Beyanata Platforman

Li Tirkiye jî li ber fîlma xebîs tepkî bilind dibin

Beyanata Platforman
“Îsraîl Û Emrîka Kîn Û Qereza Xwe Avêtıne Der”

Li Tirkiye jî li ber fîlma xebîs tepkî bilind dibin. Beyanat tên weşandin. Ji ehlê îman û ğîretê şiyarî tê xwestin.

Platforma Evîndarên Pêxember a şûba Batmanê, der heqê fîlma heqaretwarî de, beyanat weşand. Di beyanata nivîskî de heqareta ku li pêxemberê me hatiye kirin sert hate şermezar kirin. Di beyanatê de wiha hat gotin “Çend sal berê ev kîn û qerez bi qrîza karîkatorê dest pêkiribû. Ewrûpa, Emrîka û siyonîst Îsraîl, dixwazin dewr dewr hqaretê li Îslam û muslumana, li Quran û pêxemberê bikin da ku muslumana tehrîk bikin ji bo hesab û planên xwe yên xerab û tarî. Kesek nikare di bin perda hurriyet û azadiyê de heqaretê li muqaddesatan bike. Bi tu awayî em heqareta li pêxemberê xwe qebûl nakin. Li Lîbyayê, esil sebebê qewimîna hadîseya kuştinê, Emrîka ye. Lê tewrê îdarevanê vê dewletê îbretamîz e. Lewra hadîseya kuştina sefîrê Emrîka dilomînin lê ne fîlma xebîs dilomînin ne jî ji bo heqareta li pêxemberê xwe tiştekî dibêjin. Em ji Rebbê xwe dixwazin ku dijminê Qûranê û dijminê pêxemberê me xusran û helaq bike.” 

Her wiha Cemîyeta Mustezefan a şaxa Diyarbekir jî, vê fîlma heqaretê telîn û şermezar kir û îfade kir ku îro Emrîka û siyonîst Îsraîl wezîfa şeytan bi cîh tînin. Hemî xerabî û fîtne û xebîsî ji wan der tên. Ev çend esr e ku dev ji dijminantî û heqareta li Îslam û pêxemberê Îslamê bernadin.

Hat diyarî kirin ku wê hereketa Mustezefan roja yekşemê li Ofîsê li ber Konûkevîyê protestoyê rast bike. Protesto wê bi beyanata medyayî bê li dar xistin. Platforma Evîndarên Pêxember a şûba Batmanê jî, sibê roja şemiyê, saet di 4 û nîvê êvarê de, li cadda Gulîstanê, wê beyanata medyayî bixwîne.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be