Beyanata Xalid Meşal

Lîderê Hamasa Hereketa Berxwedana Îslamî Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê ji Ajansa Xeberan ya Fransayê re, li ser agirbesta 72 saetan xeber da.

Lîderê Hamasa Hereketa Berxwedana Îslamî Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê ji Ajansa Xeberan ya Fransayê re, li ser agirbesta 72 saetan xeber da.

Meşal îfade kir ku bi armanca amadekirina nîvenga musaît ya ji bo muzakereyên agirbesta daimî ku serkeftî bin û alîkariyên însanî bigihêjin Ğezzeyê, agirbesta 72 saetan hatiye kirin û wiha dewam kir:

“Tiştên ku em li ser wan israr dikin, daxwazên xelkê Filistînê ne, bê ambargoyê xelkê Ğezzeyê karibe bijî. Em ji vana nayne xwarê.” 

Ji endamên polîtburoya Hamasê Îzzet er-Reşaq do beyan kiribû ku heyeta Filistînê, agirbesta 72 saetan qebûl kiriye û wê agirbest nîvê şevê dest pê bike.

Li aliyê din hat îfadekirin ku hejmara şehîdên Ğezzeyê jî zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê beyan kir ku ji binê enkazan 10 cesedên din jî derxistine û hejmara şehîdan gihaye hezar û 986an.

Berdevkê wezareta tenduristiyê Eşref el-Qûdra li ser hejmara kesên şehîd û birîndaran da zanîn ku li rojavayê Ğezzeyê 327 şehîd û 3 hezar û 29 birîndar, li Xan Yûnûsê 543 şehîd û hezar û 613 birîndar, li Refahê jî 387 şehîd û 928 birîndar hene. Endîşe dikin ku ev hejmarên ku pirê wan jin û zarok in zêde bibin.

Dengê Xana Axpar

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar