Beyanata Yapicioğlu

Serokê giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioğlu li ser rojevê xeber da

Serokê giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioğlu li ser rojevê xeber da. Beyanaata ku ji medyayê re hat kirin li serokatiya partiyê ya li Diyarbekirê hat lidarxistin.

   Zekeriya Yapicioğlu bal kişand ser vê yekê ku xurifandina exlaqî zêde dibe, xurifandina cînselê tê teşwîkkirin, li ber fuhûş û tîryak û xerabiyên din ji aliyê me’newiyatê ve tiştekî qewî û daîmî nayê kirin.

   Her wiha îfade kir ku hefta borî li Batmanê panela ku li ser navê micadela kurd û Kurdistanê reklama xurifandina cînselê bike, manîdar e.

   Serokê giştî yê Huda Parê beyan kir ku çi hîkmet be tu failên ku êrîşî saziyên civaka sivîl û Îslamî nayê girtin. Gelo dewlet wan vedişêre.

   Li ser konferansa Cenêw-2 jî îfade kir ku nayê hêvikirin ku tu encameke xuyanî derkeve û tiştekî pratîk bê kirin.

   Di xeberdana xwe ya bi Kurdî de jî li ser zulma li Sûriyê û rewşa Rojavayê sekinî. Anî ziman ku drama li Sûriyê her ku diçe dijwartir dibe.

  Ji bo fêmkirina zalîmtiya Esed ne hewceyê wan belgeyên wehşetê ye. Dinya li vê wehşetê bêdeng û bêbertek dimîne. Divê xelkên misluman li ber vê zulm û wehşetê bêdeng nemînin

                                BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar