Beyanata Yekîtıya Alıman
Alım Û Hereketên Herêmê Fîlma Xebîs Telîn Kırın
Serekê yekîtiya alimên Îslamê ya cihênê Yûsûf Karadawî û li herêma Kurdîstanê jî Prof Dr Elî Qaradaxî fîlma heqaretwarî şermezar kirin û da zanîn ku fîlm ji bo provokasyonê hatiye çêkirin. Divê musluman ji vî tiştî haydar bin. Êrîşên li sefaretxana ne durust in. Îfade kirin ku peyrewiya riya pêxember û parastina dîn û menewîyata wî li ser muslumana wezîfeyek e. Feqet divê tepkiyên muslumana jî, qanûnî bin, musluman ji heddê xwe dernekev in.
Her wiha her sê hereketên Îslamî yên li herêma Kurdîstanê Yekgirto, Komela Îslamî û Hereketa Îslamiya Kurdistan, beyanat weşandin. Di beyanatê xwe de îfade kirin ku fîlm bi xebîsî heqaretê li Pêxemberê me û dînê Îslamê kiriye. Divê musluman hişyar bin. Ji provokasyonê dijminê Îslamê haydar bin. Divê fîlm bê telîn kirin feqet tepkî nebin sebebê xerabûniyê.
Hat îfade kirin ku do li hinek bajarên Iraqê mîna Necef û derdora wê mîtîngên protestoyê hatine kirin. Millet digel alimên xwe fîlma heqaretwarî telîn kirine.