Beyanatên Candan Xoce

Divê Em Evîna Xwe Ya Ji Hz Muhammed Re Nîşan Bidin

Fîlma ku heqaret li Quran û Pêxemberê me dikir, li seranserê dinyayê musluman rakiribûn ser piya. Nêzî 50 musluman di protesto û mîtîngên tel’înkirina fîlma heqaretwarî de şehîd bûbûn. Hê jî protesto tên kirin û tepkî tên nîşandan.

Xoceyê ûnîvetsîteya 100. Yila Wanê Doç. Dr. Ebdulcelîl Candan, der barê fîlma xebîs de tepkiyê xwe wiha anî ziman “Siyonîzm nikare bi eql û mantiqê însana îqna bike, ji lew dest bi derew û buxtana dike. Hemî musluman deyndar û wezîfedar in ku fîlma heqaretwarî protesto bikin û sedeqeta xwe bi pêxember re nîşan bidin.

Ji ber ku Quran û hz Resûlûllah, muqeddesat û quwweta musluamna ne, siyonîst jî êrîşî wan dikin. Mîsyoner ji bo ku însana ji Îslamê dûr bixin, ewilî dixwazin wan bikin filleh. Eger ev çênebe, berê wan didin riyên xerab ku li helal û heramiyê nanêrin. Divê musluman li ber van xerabiyên wan, bêdeng û kerr û korr nebin. Tepkiyên xwe nîşan bidin. Da ku her kes zanibin Ummeta hz Muhammed, ne di xewn de ye.” (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin