Beyenata Aliman

Li Hewlêrê Aliman Ji Dyê Hewla Sekinandina Kuştina Muslumana Xwest.

Alimên Îslamê li ber zulm û qetlîaman tu carî bêdeng nemane. Ya ew bi xwe li ber zulmê rabûne ya jî ji bo zulm neyê kirin xebitîne.

Li gor xeberan hat gotin ku li Hewlêrê, grûbek alim gazî teşkîlata Dewletên Yekbuyî kir ku li ser sekinandina kuştina muslumana yên li Sûriyê û Myanmarê bisekine.

Komek alimên Îslamê, li pêş merkeza teşkîlata Dewletên Yekbuyî ya li bajarê Hewlêrê civiyan û xwestin ku sûc û cînayetên rejîma Beşar Esed yên li ser xelkê Sûriye û qetlîamên jenosîdî yên îdara Bûdîstên Myanmarê yên li ser muslumanê Araqanê bê sekinandin.

Alimên Îslamê di beyana xwe ya nivîskî de jî, ji teşkîlata Dewletên Yekbuyi xwestin ku li ber van qetlîam û cînayetan teşkîlat bêdeng nemîne, bi hikûmeta Myanmarê derhal têkilî pêkbîne ku dev ji kuştina muslumana berde.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin