Bêyî edaletê ne mimkûn e ku li welatekî hizûr, pêşveketin û aştî hebe

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu destîşan kir “Bêyî edaletê ne mimkûn e ku li welatekî hizûr, pêşveketin û aştî hebe.”

Li Diyarbekirê ji teref Partiya Saadetê ve konferanseke bi navê “Meseleyên Tirkiyê û Riyên Çareseriyê” hat tertîpkirin. Temsîlkarên partiyên siyasî û yên saziyên civaka siwîl beşdarî konferansê bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaogluyê ku di konferansê de axavtin kir derbarê problemên mîna exlaw, aborî, polîtkaya derve, perwerdehî, adalet, pevçûn, berberî û yên mîna van ên li Tirkiyê de nirxandinan kir.

Karamollaoglu di axavtina xwe de qala girîngiya edaletê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hakim ger bo qerarê li benda peyvêb ku ji devê Serokomar derkevin be ew ê li wê derê edalet tesîs nebe. Ger dozger bi talîmata ku ji ser wî re tê zilaman bigre ev yek nabe. Rojên borî hevalekî me çû mehkemê ku ew bi xwe endamê lijneya me ya birêveberiyê bû. Hemû kes dizane  tu carî di heyata me ya siyasî de tu pêwendiyên me bi FETO re çênebûye û em di tu xalan de nehatine li ba hev. Di nav me ji ber vê yekê tu  kes tuneye, lê belê hevalekî min girtin. Bêyî edaletê ne mimkûn e ku li welatekî hizûr, pêşveketin û aştî hebe.”

ÎLKHA
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin