Bi 4 Hezar Leşkeran Li Cûdiyê Operasyon Tê Rast Kirin

Bi 4 Hezar Leşkeran Li Cûdiyê Operasyon Tê Rast Kirin.

 Milletê herêmê ji ber êrîş û kuştin û operasyonan şerpeze ye. Rewş û perîşaniyeta millet ne li ser bala esker û PKKê ye. Derdê wan xurtbûnî û qaweta xwe û hikûmdariya xwe li herêmê nîşan bidin. Ev jî dibe sebebên siyasetên şaş û çewt. Û dibe sebebê xisar û zirara millet.

Piştî êrîşa li Şirnexê ya ku PKKê li ber bînayên emniyetê û walîtiyê pêk anîbû, artêş û ordiya Tirkiyê, li Çiyayê Cudîyê dest bi operasyoneke mezin kir. 4 hezar leşker tevlî operasyonê dibin.

PKKê, li merkeza Şirnexê, di eynî wextê de êrîşî bîna û avahiyên walîtiyê, emniyetê û lojmanên leşker û polîsan kiribû. Piştî vê êrîşê eskeriye jî, li Çiyayê Cudî, dest bi operasyonekê kir. Hat diyar kirin ku operasyon bi 4 hezar leşker tê rast kirin.

Do li merkeza Şirnexê, polîsan û tîmên taybet, avêtibûn ser gellek malan û 3 kes xistibûn bin çavan.

www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin