Bi çar zimanan qala dîrokçeya Kelha Wanê dikin

Xwendekarên dibistana destpêkê yên Wanî bi zimanên ku ji rêberên turîzmê hîn dibin qala dîrokçeya Kelha Wanê dikin.

Turîstên ku di demsala havînê de tên ziyareta Kelha Wanê dibin çavkaniya welatiyên ku li heremê dijîn. Xwendekarên dibistana destpêkê dîrokçeya Kelha Wanê bi qasî ku ji kitêban xwendine û ji rêberên mehelî guhdar kirine bi zimanên Ingilîz, Tirkî, Japonî û Kurdî qala Kelha Wanê dikin. Xwendekar bi vî awayî hewil didin debara xwe bikin.

 “Me zimanên biyanî ji rêberên turîzmê hîn bûn”

 Taner Sonayê xwendekarê pola 5emîn e  di derbarê mijarê de diyar kir ew dîrokçeya kelhê ji bi 4 zimanan ji turîstan re dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vegera mektebê de em tên vê derê û em qala dîrokçeya Kelha Wanê ji turîstan re dikin.Turîst eleqeyeke mezin nîşanî me didin û ji ber vê yekê jî pere didin me. Em ji turîstên ku ji Îran, Japonya û Îngîlîstanê tên re alîkariyê dikin. Me zimanên biyanî ji rêberên turîstan hîn bû. Rêberên turîstan hatin vê derê  û carekê ji me re gotin û me jî tiştên ku wan got ji ber kir. Dû re em bi van zimanên biyanî ji turîstên biyanî qala dîrokçeya Wanê dikin û pereyan qezenc dikin. Dê  û bavên me ji me re dibêjin dema ku hûn derketin kelehê heya xwe ji xwe bikin. Bavê destûra hatina vê derê dide me, lê diya me nade me.”

Baron Sona û Serhat Sonayê ku xwendekarên dibistana destpêkê ne jî di derbarê mijarê de diyar kirin ew zimanên biyanî ji rêberên turîzmê hîn bûne  û ew di dawiya heftiyê de û di rojên betlane de qala dîrokçeya Kelha Wanê ji turîstan re dikin û em bi vî awayî bexşîşê bi dest dixin.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe