Bi dîmenan kelecan û kêfxweşiya “Îmtîhana Kahniya Qur’anê”

Bi deh hezaran kes beşdarî Îmtîhana Kahniya Qur’anê bûn, di dîmenên ku hatin girtin de kelecan û kêfxweşiya îmtîhanê ya mezin û biçûkan xwe nîşan da.

Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve li 46 bajêran û li 100 nevandan “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” hat tertîpkirin û bi deh hezaran kes beşdarî îmtîhanê bûn.

Platforma Nesla Qur’anê li giştiyê Tirkiyê îro doh seet 10.30an de bi navê “Kahniya Qur’anê ya Nesla Qur’anê” îmtîhanek tertîp kir û îmtîhan di seet 12.00an de bi dawî bû. Îmtîhana ku bi deh hezaran kes beşdarî bûn li 46 bajêr û 100 nevandan hat tertîpkirin.

Îmtîhan ji 3 qategoriyên cuda pêk hat. Di qatagoriya ewil de ji zarokan 60 pirs hat pirsin û di her dû qategoriyên din de jî, ji ciwan û mezinan 80 pirs hatin pirsîn. 

Piştî îmtîhanê ciwan û kal, biçûk û mezin, jin û mêr hest û ramanên xwe yên derbarê îmtîhanê de anîn zimên û gotin ku ew ji ber ku ketine îmtîhaneke wisa kêfxweş û bextewar in.(ÎLKHA)

 




















































































































































































































































































































































































































































































































































































































































































































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin