Xalê Mahmûdê ku ji ber pevçûn û qedexeyên ku li Sûra Amedê berdewam dikin mecbûr mabû ku mala xwe terk bike diyar kir ew tu tiştî nikaribûn bi xwe re bînin û encax ew xwe xelaskirine.
Mahmûd Guzelê 73 salî yê ku pir nexweş e û li Taxa Lalabeya Sûrê rûdinişt bi alîkariya zarokên xwe ji mala ku dima derket û navçê terikand. Mahmûd Guzelê ku ji qelbê xwe ameliyat bûye û mecala wî tune ye bi rê ve biçe di derbarê herema ku jê koç kiriye de diyar kir kesên PKKyî li sikak û kuçeyan bi çekên giran digerin.
“Encax me xwe xelas kir”
Guzelê ku a niha li ba naskiriyekî xwe dimîne axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Li gelek cihên taxê xendek hatine kolan.Her roj dengê teqînan dihat. Mêvanê min ji Dêrika Mêrdînê hatibûn. Me wan ji nava pevçûnan bi elfî du bela xelas kir. Wê demê qedexeya derketina derve hatibû rakirin ku kesên PKKyî hêj li sikakan bi çekên giran digeriyan.Lawê min hat min û mêvanên min xelas kir.Me firax û alavên xwe anî Taxa Alî Paşa.Wê demê ji ber teqînên ku pêk hatin me firax û alavên xwe li Semta Benûsenê hişt û me navçê terk kir.Mala me talan kirin, derîyên me şikandin.Me encax xwe xelas kir.”
Guzel di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew li welatên xwe bûne muhacir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê ji xelkê Sûrê yên ku bûne muhacir re alîkarî bên kirin.”(ÎLKHA)