Di pêvajoya 28ê Sibatê de, rêxistina cûntayê derketibû seydvantîya muslumana û di sala 2002an de, Abdulqadir Aktaş binçav kirin. Dûre jî di bin îşkenceyên giran re derbas kirin û bi sûcên bêbinî û bê ‘esil ew avêtin hepsê.
Dema Abdulqadir avêtin zîndanê, hê ‘emrê wî 16 salî bû. Dayika dilşewat Munewer Aktaşê ev 13 sale bi hesreta kurê xwe yê Yûsûfî dijîya û li henber vê hesretê îdare nekir, çû ber rehma Xwedê.
Dayika Munewer Aktaş, di nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya Gazî Yaşargîla Dîyarbekirê de, di unîta yoğûn baximê de tedawî dibû. Hat ragihandin ku ji ber vê nexweşîya xwe, ev 5 sale kurê xwe nedîtibû.
Ajanja ÎLKEyê berî dayika dilşewat wefat bike pêre peyivîbûn.
Berî wê wefat bike, ajansê mîqrefon dirêjî mêrê wê Mahmût Aktaş jî kiribû. Bav Aktaş dîyar kiribû ku rewşa xanima wî nebaşe û kesên ev zulma li ewladê wî û malbata wî rewa dîtine, hewaleyî Xweda dikin.
Dayika ku tenê daxwaza wê ya dawîn, dîtina kurê wê yê Yûsûfî bû, bala xwe bar kir û çû ‘alema baqî.
Cinazeyê dayika Munewer Aktaşê, piştî nimêja cinazeyê, li Qara kilîsê hat defin kirin.
Bav Aktaş dîyar kir ku divê kurê wî yê ku dayika xwe nedît, bila barî îzna wî ya were şînê bidinê.
BANGAHEQ