Bi hezaran Filistînî nimêja eşa û terawîhê li Mescîda Eqsa'yê kirin

Nêzî 70 hezar Filistînî, di şeva 26'emîn a meha Remezanê de nimêjên eşa û terawîhê li Mescîda Eqsa'yê eda kirin.

Daîreya Weqfên Îslamî yên li Qûdsê diyar kir ku 70 hezar kes nimêjên eşa û terawîhê li Mescîda Eqsa'yê eda dikin û bangên îtîqafê ya li Mescîda Eqsayê ku van rojên dawî yê Meha Remezanê ye zêde bûye.
Hat ragihandin ku li pir cihên hewşa Mescîda Eqsa'yê bi dehan kon hatine damezrandin. Hat destnîşankirin ku li hewşê atmosfereke manewî ya tijî hezkirin û aramî serdest e.
Hat ragihandin ku bi otobusan sewqiyata Filistîniyên ku di sala 1948'an de li erdên dagirkirî dijîn ji bo nimêj û îtîkafê ber bi Mescîda Eqsa'yê ve berdewam dikin.
Di îna dawî ya meha Remezanê de nêzî 250 hezar Filistînî li Mescîda Eqsayê nimêja înê kiribûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"