Di dema ziyareta ku hat kirin de di derbarê mamosteyên ku bi KHKyê ji peywirê hatine dûrxistin, operasyonên FETO yên ku berdewam dikin, mexdûriyetên ku di salên 90î de ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatine jiyandin û di derbarê Pêvajoya Çareseriyê de axavtinên girîng hatin kirin û fikir bi şiklekekî beramber hatin parvekirin.
“Bi hezaran însan bi sûcên bêbinî wek terorîst hatin hesibandin”
Serokê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu di dema ziyaretê de qala mexdûriyetên ku di salên 90î de ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatine jiyandin de wiha axivî: “Ger ku bê bîra we, di salên 2000an de nêzî 25 hezar însan bi sûcên bêbinî û bi belgeyên ku ji bilgisayarê hatine derxistin bi sûcê endambûna rêxistinê hatin cezakirin. Bi hezaran însan bi sûcên bêbinî wek terorîst hatin hesibandin, gelek îşkence û tehdayî li wan hat kirin û dû re wan avêtin girtîgehê.Me bi xwe jî vê yekê jiya.Di wan salên borî de nîqaşên îmzayên şil ên di dozên Ergenekon û Balyoz de hatin kirin.Lê belê ev însanên ku hatine mexdûrkirin qet qala wan nehat kirin. Ger edalet be divê ji bo hemû kesî hebe. Divê li bêyî nihêrtina îdeolojî, fikr û ramanê li hemû kesî xwedî bê derkevin.”(ÎLKHA)