Şeva Beraetê wek xebervanekî meha Remezanê tê qebûl kirin. Ji ber vê yekê di şeva Beraetê de dîsa mizgeft tijî bûn.
Li gelek mizgeftan ji bo Şeva Beraetê bernameyên bi taybet hatin lidarxistin.
Musulmanên ku xwestin vê şeva hanê bi meğfîret û teleba ‘efwê derbas bikin camiya dagirtin û şevê bi ‘îbadetan îhya kirin.
Pey limêja meğrîbê, di derbarê girîngiya şevê de we’z hatin dayîn, Qurana Pîroz hate tîlawet kirin. Pey re Mewlûda Şerîf û îlahiyên xweş hatin hunurandin.
Ji ber ku camî tije bûn hinek Musulmanan li hewşa camiyê şeva xwe ihya kirin.
Bi taybetî camiyên li merkezên bajaran ji mêvanên Xweda tije bû. Coşa şevê bi tîlaweta Quran û du’ayan hê gurtir bû.
Gelek welatiyan zarokên xwe jî bi xwe re anîbûn camiyan. Kêf û şahiya zarokan ji çavên wan xwiya kir. BANGAHEQ