Bi Minasebeta Hefteya Mustezefan Li Edenê Bername

Bi munasebeta hefteya mustezefan, li Bûrsa, Kahta û Agirî bername hatin lidarxistin.

Bi munasebeta hefteya mustezefan, li Bûrsa, Kahta û Agirî bername hatin lidarxistin.

Li Bûrsayê Cemiyeta Mustezefan, di heqê hefteya mustezefan de panelek li dar xist. Tevlîyeke mezin beşdarî panelê bû. Panel bi xwendina Quranê dest pê kir. Ji qezeta Doğruhaberê Ebdulhakîm Sonkaya, M Zekî Ergîn û Murat Halîç di panelê de xeber dan.

Panel bi sînevîzyona qetlîama Helebçeyê û pirs û cewaban bi dawî bû. Li Bûrsayê panelek din jî, ji bo jinan hat lidarxistin. Di panelê de Hîlal Kayalik, ji mêj ve heta roja me li ser mustezefan xeber da.

Li Agirî Komela Rehber-Der û Cemiyeta Mustezefan bername li dar xistin. Bernama li Rehber-Derê, bi xwendina Quranê dest pê kir. Koma Wehdet mersiyên xwe hunirandin. Ji komela Rehber-Derê Hasan Ozbay, li ser mustezefan xeber da. Li cemiyeta mustezefan jî, piştî xwendina Quranê, sînevîzyon hate nîşandan. Sûat Çelîk li ser mezlûmên cîhanê peyivî.

Her wiha li Kahtayê jî, ji teref komela Çağri-Derê ve, bi munasebeta hefteya mustezefan bernameyek hate lidarxistin. Piştî xwendina Quranê, Remezan Îlanli û Bedrettîn Bozan xeber dan. Pey re mersiye û îlahî hatin hunirandin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin