Bi Navê Diyaloga Di Nav Dînan De, Însanan Ji Îslamê Dûr Dixin

Bi Navê Diyaloga Di Nav Dînan De, Însanan Ji Îslamê Dûr Dixin

Alema xirîstiyan û Emrîka, bi navê diyaloga di nav dînan de, dijminantiya dînê Îslamê dikin. Lewra bi navê diyalogê, kemîn û xapan li ber kesên musluman datînin. Bi navê diyalogê hinek mezinên fille, yehûdî û muslumanan tînin ba hev û dûrî exlaq û eqîde û terbiya Îslamê, jin û zilaman bi hev re qonser û îlahiyan bi wan didin gotin. Her car behsa xosguriya dînan dikin, lê tucar navê pêxemberê me nabêjin. Behsa xoşguriyê dikin, lê tucarî behsa heqaret û xerabiyên Yehûdî û fillan nakin ku di aleyhê pêxemberê me de fîlmê xebîs çêdikin, qarîqatorên rezîl xêz dikin, li Emrîka û siyonîst Îsraîl û hinek deverê din Quranê dişewitîn. Van diyalogçiyan çavê xwe ji van heqaret û xebîsiyan re digrin, tenê behsa xoşguriyê dikin. Bi kemîna diyalog û xoşguriyê, dixwazin xort û ciwanan ji edeb û terbiye û me’newiyeta Îslamê dûr bikin, fikra “kî be bila bibe bes bila ji Xweda bawer be û qelbê wî paqij be bes e.” belav dikin.

Vê paşî li Konyayê merasîma Şebî Arûs hat li dar xistin. Mewlana Celaleddînê Rûmî alimekî Îslamê ye. Însana gazî hîdayeta Xweda kiriye. Feqet mixabin dijminê Îslamê jî, gotinên Mewlana li gor fikra xwe bikar tînin. Belediya CHPê ya Adalarê, li Dêra Qatolîkê, qonsera Şebî Arûsê rast kir. Meqsed û xizmeta vê qonserê bellî ye ku ji bo çi tê kirin. Belediye bi vê ya jî qîma xwe neanî, û Serekê Belediyê Mustafa Farsakoğlu wiha got “Mewlana ne tenê aydiyê kultura Îslamê ye, Mewlana hêjayek cîhani ye” Eşkere ye ku hinek dixwazin Mewlana bikin qasidê tûrîzmê.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar