“Bi pereyên neft û xaza sirûştî Amerîka li ser piyan digrin”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîndi derheqê hevpeymana çekan a ku di navbera welatên Ereban û Amerîka hat kirin denirxandinan kir û diyar kir “Bi pereyên neft û xaza sirûştî Amerîka li ser piyan digrin. Berê wan çekên ku ji Amerîkayê distînin d

Ji teref Serokatiya Bajêra Meletiyê tê HUDA PARê ve  bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameya fitarê bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahînê ku beşdarî bernamê bûn di derheqê rojevê de daxuyaniyên girîng da û diyar kir  di temela temamê  mişkîleyan de  bêedaletî heye û digel tesîskirina edaletê dê temamê mişkîleyan çareser bibin.

 “Leystika di  sala 1991an de dileyzin”

Şahîn di daxuyaniya ku da de di derheqê geşedaniyên ku li Qatarê rû didin de diyar kir ji ser Qatarê leystikek nû tê leystin û hewil tê dayîn Rojhialta Navîn ber bi agireke nû ve bikşînin. Şahîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew îdarevanên dewletên ku di alema Îslamê de ne bi pereyên neft û xaza sirûştî yê ku Xweda daye Amerîkayê dewlemend dikin û bi wan pereyan Amerîkayê li ser piyan digrin. Berê wan çekên ku ji Amerîkayê distînin didin li ser ummetê. Di wan rojên borî de Siûd bi Amerîkayê re hevpeymaneke çekan a ku 380 milyar dolaran pêk tê kirin. Niha jî Qatar bi Amerîkayê re 12 milyar dolar hevpeymana balafirên şer kir. Hema leystika sala 1991an dileyzin. Amerîka ji bo Saddam têkeve Kuweytê bi cesaret kir û dema Saddam têket Kuweytê  di ser wî de girt û xwe wek xelaskarê Kuweytê nîşan da. Amerîka bi vî awayî bû şirîka dahata salana ya neftê ya Kuweytê. Heman leystik îro  ji ser Qatarê tê leystin.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe