​Bi projeya “Alîkarîya Cil û Bergan Ji Bo Zarokên Yetîm û Muxtac” dê îdê bi kêfxweşî pêşwaz bikin

Ji bo zarokên yetîm û muxtac berî niha ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê(Umut Kervanı) ve projeya bi navê “Alîkarîya Cil û Bergan Ji Bo Zarokên Yetîm û Muxtac” hatibû destpêkirin ku di bergeha vê projeyê de ji zarokan re alîkarî hat kirinç

Alîkarîyê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Ahmet Bag derbarê alîkarîya ku ji bo zarokên yetîm û muxtac hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Bag di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di vê pêvajoyê de ew alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve ji bo wan tên kirin muhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Weqfa Karwana Hêvîyê îsal jî ji bo zarokên yetîm û feqîr xebata alîkarîyê da destpêkirin û niha jî li vê dikana cil û bergan a ku em lê ne em ji bo zarokan alîkarîyê dikin. Li vê derê zarok bi xwe cil û bergên ku kêfa wan ji wan re tê ji xwe re distînin.Rebbê min ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûne wesîle razî be. Zarok dê bi saxîya xebata ‘Alîkarîya Cil û Bergan Ji Bo Zarokên Yetîm û Muxtac’ îdê bi kêfxweşî pêşwaz bikin.”


















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e