Nivîskar û qezetevan Rûşen Çakir hevpeyvîneke bi taybet ku bi Rêberê Cema’eta Hîzbûllah re hatiye kirin weşande.
Rûşen Çakir beyan dike ku rû bi rû îmkana wan çênebûye ku hevpeyvînê bikin lê bi înternetê pirsên xwe şandine û dîsa bi înternetê cewaba birsên xwe sitendine.
Rûşen Çakir, bi vî awayî dipirse: “Di van demên dawî de Hîzbûllah pirtir giranî û qîmetê dide pirsgirêka Kurd, Hîzbûllah li Pirsgirêka Kurd çawa dinhêre?”
Li ser vê pirsê Rêberê Hîzbûllah bi vî awayî cewab dide: “ Ev îddîa ne rast e. Ji bo mafên Kurdan yên însanî û Îslamî me do çi gotibe em îro jî wê dibêjin. Ne tiştekî pêkan e ku Hîzbullah ji pirsgirêkeke ku civaka Hîzbullah jî tê de ye ‘eleqedar dike ne agahdar be. Hîzbullah her demî girîngiyê daye vê meselê. Lê belê ev heye, ramanên me yên di vê derbarê de di van rojên dawî de pirtir di çapemenî û medyayê de cî digrin. Nêrîna me ya li Mesela Kurd di manîfestoya me de bi awayekî eşkere hatiye diyar kirin. Em wisa bawer dikin ku heya tevî mafên Însanî û Îslamî yên Kurdan neyê dayîn wan ev pirsgirêk bi dawî nabe.”
Rûşen Çakir dîsa dipirse: “Li Tirkiyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hevkêşeke nû tê damezrandin. Hîzbûllah di kura vê hevkêşê de ye?”
Rêberê Cema’eta Hîzbûllah cewaba vê pirsê jî bi vî awayî dide: “Pey vê demê êdî hesabên ku li ser herêma me tê kirin ğeletiyan qebûl nake. Di hevkêşa ku tê damezrandin de kî Hîzbûllah di kû de bi cî dike ew dizane. Lê belê Hîzbûllah realîte û heqîqeteka Kurdistanê ye û di pêşeroja wê de dê xwedî roleke tespîtker û sazker be. Vêca hem di Kurdistanê de û hem jî di pirsgirêka Kurd de hesabên ku bê dîtina xwestekên însanî û Îslamî yên Hîzbûllah û yên gelê Musulman têne kirin dê bi sernekevin.”
Rûşen Çakir dîsa dipirse: “Gelo dibe ku şerek nû di navbera Hîzbûllah û Pkkê de derkeve?”
Rêberê Cema’eta Hîzbûllah cewaba vê pirsê jî bi vî awayî dide: “Em ne alîgirê şerekî nû ne. Em vê yekê hêvî nakin û ne li bendê ne jî. Ji ber ku em ji xwe bawer in, em dikarin bi awayekî eşkere bêjin ku çavkaniya şerekî wisa dê ne em bin. Heya ji destê me bê emê nehêlin ku zemînek ji bo şerekî wisa çêbibe. Lê belê bi tecrûbê xwe em dikarin vê yekê bêjin ku kesên li hember me ne xwedî heman nêrînî ne. Digel vê li herêma me hinek hêzên tarî yên ku naxwazin hizûr bê Kurdistanê jî hene.” BANGAHEQ