Bi roketan êrîşê ser Kîlîsê hatin kirin: 8 endamên ewlehîyê birîndar bûn

Ji aliyê rojava ve gelek roket hatin avêtin ji deriyê Oncupinar ê navçeya Kilîsê re û di encamê de 8 endamên ewlehiyê birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin êrîş ji teref PKK/PYDê ve ji Tel Rifatê ve hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 8 endamên ewlehiyê, 6 ji wan polîs, ku yek ji wan komîser bû, birîndar bûn.

Êrîşeke dinê jî li parêzgeha Entabê hat kirin.

4 roket ji parêzgeha Enbatê re hatin avêtin û li zeviyeke li bajarokê Girgamêş a parêzgeha Entabê ketin.

Di encama bûyerê de derheqê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye