Bi Ser Endamên Komeleyên Îslamî Ve Ceza Bariya

Li Stenbolê Mehkemeya Cezayên Giran a Çardem, îro doza Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî hat dîtin.

Li Stenbolê Mehkemeya Cezayên Giran a Çardem, îro doza Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî hat dîtin.

Pey kû Maddeya 102u a CMK ya ketibû meriyetê li hember Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî operasyon hatibûn lidarxistin. Polîs bi ser malên kesayetên Îslamî ve girtibû û 19 kesî desteserkiribû. Pirê kesên ku hatibûn desteserkirin pişt re ji alî mehkemê ve hatibûn berdan.

Îro li ‘Edliya Stenbolê mehkeme dewam kir. Heyeta mehkemê ceza barande endamên Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî.

Heyeta Mehkemê 12 sal û 6 meh ceza hepsê da M. Bahattîn Temel, Fikret Gultekîn û Se’îd Şahîn.

Digel van kesan mehkemê 6 sal û 3 meh ceza hepsê da M. ‘Elî Gonul, Burhanettîn Manaz, Adem Yalçın, Erol Aslan, Nizamettîn Yalçin, Hasan Aydin, Ramazan Sunal, Cengîz Kurtaran, ‘Ebdulbarî Çelîk, Seyfulîslam Înan û Mehmet Eşîn.

Mehkemê ji bo Mehmet Goktaş, Haci Înan û Cemal Çinar jî qerara bere’etê da.

Parêzerên De’we tepkî nîşanê qirara mehkemê dan û beyan kirin ku dê de’wê bişînin temyîzê. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar