Bi wêneyan qala “Mustezefên Cîhanê” hat kirin

Li Êlihê di bergeha “Heftiya Mustezefên Cîhanê” de ji teref Sevgî-Der ve pêşangeha wêneyan hat lidarxistin.

Komeleya Perwerde Çand û Piştgiriya Hezkiriyê ya Êlihê (Sevgî-Der) di bergeha salvegera Qetlîama Helebçê û Heftiya Mustezefên Dinyayê de pêşangeha wêneyan lidar xist.

Di pêşangehê de wêneyên Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin û wêneyên Aytaç BaranÊ ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin jî hatin pêşandan.

Endamê Sevgî-Derê Emîn Uras diyar kir ku wan bi minasebeta Heftiya Mustezefên Cîhanê pêşangeha wêneyan lidar xistine.

Uras diyar kir ku ev cara 7 emîn e ew pêşangeh lidar dixin û bi vê yekê armanca wan ew e ku kesên dûçarê zulmê bûne bînin bîra gel. Dûvre Uras wiha pê de çû: “Pêşangeha me bi taybetî ji Helebçê û gelemperî jî ji bo mezlûmên dinyayê tê lidarxistin. Ji bo ku ji zulma tê kirin re bibêjin ‘bes’ em vê bernamê lidar dixin. Mihxabin hêj jî di erdnîgara Îslamê de ev zulm didomin.” (ÎLKHA) 






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe