Bi wesîla Wîladeta Pîroz însan di derdora Hz Muhammed de tên cemhev

Di sempozyoma ku li Entabê ji teref DÎBê ve hat lidarxistin de hat diyarkirin ku bi wesîla Wîladeta Pîroz însan di derdora Hz Muhammed de tên cemhev.

Li Entabê di bergeha bernameyên “Heftiya Wîladeta Pîroz” de sempozyomek hat lidarxistin. Di sempozyoma ku Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez jî beşdar bibû de hat diyarkirin ku bi wesîla Wîladeta Pîroz însan di derdora Hz Muhammed de tên cemhev.

Dekanê Fakulteya Ilmên Îslamî yê Zanîngeha Katîp Çelebî yê Îzmîrê Prof. Dr. Saffet Kose di sempozyomê de axivî. Koseyê di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz de axivî diyar kir ku bi wesîla van bernameyan însan tên cemhev û ev bername dibin wesîla bibîranîna Hz Muhammed. Ji ber vê yekê Kose ji kesên ku van bernameyan lidar dixin re teşekur kir.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin