Bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku li Erxaniya Diyarbekirê beşdarî bernameya fitara partiya xwe bû balan kişand li ser sînorên sûnî yên ku bi xetkêşan di navbera Mislimanan de hatine xêzkirin.

Li Erxaniya Diyarbekirê ji teref Serokatiya Navçê ya Erxaniyê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STK, rîspî, partiyî û gelek kesên vexwandî beşdarî bernamê bûn.

“Bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin”

Yilmaz di  axavtina xwe ya ku di bernamê kir de balan kişand li ser mişkîleyên di nav alema Îslamê de û çareseriya wan. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çi wextê ku hakimbûna Îslamê ya li ser rûyê erdê hat betalkirin wê demê  bi leystikên emperyalîstan, bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin û hêz hatin belavkirin. Ev jî ne bes bû gelek mijar û meseleyên ku bûn sedema fitnê di nav cografyaya Îslamê de hiştin. Îro mişkîle û problema Mislimanan ne bi dijminên Îslamê re ye bi Mislimanan re ye. Misliman bi Mislimanan re pev diçe. Hêj roja borî Siûd bi 300 ilyar dolaran çek stand. Van çekan ji bo kî stand? Welatên derdora wî tev Misliman in, divê em vê yekê baş bifikirin.Divê ev sînorên sûnî demildest ji nav me bên rakirin. Divê em cardin bibin xwediyê şiûra ummetbûnê.

ÎLKHA

























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe