“Bi zikata welatên Bendavê li Afrîkayê însanê birçî namîne”

Serokê Karên DiyanetêMehmet Gormezdiyar kir “ Tenê zikata serweta 5 welatên bendavê 100 milyar dolar e. Ew ê bi vî 100 milyar dolarî dê li Afrîkayê tu însan dê ne birçî bimîne û ne jî tî bimîne.”

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormezê ku ji bo beşdarî bernameyan bibe hatibû Entabê  li Zanîngeha Entabê  beşdarî panela ‘Sohbetên Zikatê’ bû û di panelê de di derheqê  welatên bendavê û zikata wan de  nirxandinan kir.

“Ger muesseseya zikatê li gor rizayas Xweda hatibana şixulandin dê wê demê exlebeyê mişkîleyan hatibana çareserkirin”

Gormez di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir ew ji bo axavtina îbadeteke mezin a ku ji teref Mislimanan ve hatiye jibîrkirin hatine bal hev û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Temamê serwetê welatên bendavê 4 trilyon dolar e ku zikata van 5 welatên bendavê tev de 100 milyar dolar e. Bi vê 100 milyar dolarî li Afrîkayê tu kes ne birçî û ne jî tî dimîne. Ger muesseseya zikatê li gor rizayas Xweda hatibana şixulandin dê wê demê exlebeyê mişkîleyan hatibana çareserkirin.”(ÎLKHA)






















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin