Bibîranîn û Fêmkirina Hezretî Huseyîn

Li bajarê Worms a Almanya bernameya “Bibîranîn û Fêmkirina Hezretî Huseyin” hat kirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz destpêkir. Pey xwendina Quranê keçikên biçûk bi dengên xwe yên zelal mersiye û kilamên li ser Hezretî Huseyîn xwendin.

Lêkolînerê Sîyera Pêxember Ahmet Baygin, bi xeberdana xwe ya di derbarê Qetlî’ama li Kerbelayê hem noqî hissiyatan bû û hem jî xelqê noqî hissiyatan kir.

Baygin, beyan kir ku; yên ku Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî şehîd kirin ji ber ‘eşqa meqam vê qetlî’amê kirine û hê jî kesên di vê zihniyetê de ne hene.

Seydayê Mehmet Goktaş jî di xeberdana xwe de beyan kir ku, kirina bernameyên bi vî rengî bêtir wî bi hêvî dike. Qetlî’ama ku hat serê Hezretî Huseyîn bi tenê ne xisûsê wê rojêye, îro jî qetlî’amên bi vî awayî çêdibin. Ez hinek birayên wisa nasdikim ku li ser betona wek cemedê dest û nigê wan hatine girêdan û dibêjin Allah Allah heya ku hatine şehîd kirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin