Bibîranîna Bedîuzzeman

Li Bedlîsê komela Best-Der, li ser jiyan û mucadela Bedîuzzeman bernameyek li dar xist.

Li Bedlîsê komela Best-Der, li ser jiyan û mucadela Bedîuzzeman bernameyek li dar xist. Ji qezeta Doğruhaberê nivîskar Ozkan Yaman û Necat Ozdemîr tevlî bernamê bûn û li ser fikr û meqsed û kesayeta Ustad Bedîuzzeman Seîd Nûrsî xeber dan.

Alîkarê serekê komelê Mûrat Oran, di xeberdana destpêkê de, silav li beşdaran kir. Pey re parêzer Necat Ozdemîr, di xeberdana xwe de wiha îfade kir “Bedlîsî, Wanî û Mûşî du caran deyndarê wefayê ne. Lewra kesê Bedlîsê ji Ermeniya xelas kiriye, Mûşê ji Rûsan rizgar kiriye, di vê rê de telebên xwe şehîd daye û vî memleketê ji me re xelat kiriye, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ye.”

Li Mûşê jî, ji teref Selam Derê ve, li ser jiyana Bedîuzzeman programek hat rastkirin. Di bernamê de hat îfadekirin ku, xortan sencaqa Bedîuzzeman hildane. Nivîskar Ozkan Yaman li ser fikr û mesajên Ustad sekinî. Bername bi îlahiyên Grûba Wehdetê bi dawî bû. 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin