Bikaranîna Gazên Jehrî

İddîa: Dewleta Behreynê, Li Dij Millet Gazêb Jehrî Bikar Tîne

Li Behreynê, millet li hember îdara dewletê, ji zûve protesto û xwenîşandana li dar dixe. Lê hêzên emniyeta Behreynê ne ewqas bi însaf û ûjdan in. Ji girtinê heta kuştinê, gelek riya diceribîne. Ji ber ku muttefîkê Emrîkaye û ji ber ku ne li gor menfeta welatên rojavaye, zêde nakeve ser ajansan. Feqet niha hat îddîa kirin ku emniyeta Behreynê, li dij millet gazên jehrî bikar tîne.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Cimhûriya Îslamiyê Îranê, li karûbarên welatên erebî û afrîqî,  destnîşan kir ku bikar anîna gazên jehrî, li dij milletê Behreynê, ji bo Îranê endîşa çêdike..

''Husên Emîr-Ebdullahiyan'' îro li hevpeyvîna bi ajansa İRNAyê re, rewşa Behreynê ji bo milletê vî welatî, aloz û bi kirîz da zanînê û destnîşan kir ku bikar anîna gazên jehrî û bikuj li dij milletê mezlûmê Behreynê, fukaran çêdike. Gazên jehrî ku welatên rojava dane rejîma Alê Xelîfe, buye sebeba mirin û birîndar bûna bi dehan zarok, pîr û ciwanê şiî û sûnnî.

Alîkarê wezîr wiha got: “hikûmeta Behreynê, qet guhê xwe nade ser xwestekên meşrû yên gelê vî welatî, ku bi şeklê aştî dişopînin. Feqet dewlet di dewsa vê yekê de, bi eşkere mafê mirovan binpê dike.

''Emîr-Ebdullahiyan'' her wiha mayîna hêzên Alê Seud li Behreynê,  bi şiddet tenkîd kir û got: Çara eskerî û ewlehiyê, dibe sebeba şerpezehiya milletan. Ji xwe mesela Behreynê, bi tenê bi riya siyasî çareser dibe.”

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be