“Bila demildest bernameyên zewacê bên rakirin”

Mûşiyên ku destnîşan kirin bernameyên zewacê yên ku di televîzyonan de tên weşandin zirarê didin nirxên malbatan û bang li RTUKê kirin da ku ev cûr bername bên rakirin.

Digel ku ev cûr bernameyên zewacê yên ku zirarê didin nirxên xelkê çendîn carî ji RTUKê re hatibin şikayetkirin jî di vî warî de tu gav nehatin avêtin ku ev yek jî bû sedema berteknîşandayîna xelkê.

Mûşiyên ku ji mijarê gilîdar in destnîşan kirin bernameyên zewacê yên ku di televîzyonan de tên weşandin zirarê didin nirxên malbatan û bang li RTUKê kirin da ku ev cûr bername bên rakirin.

“Tu eleqeya van bernameyan  bi kevneşopî û dîroka me re tuneye û zirarê didin malbatê, hûrmet û edebê ji holê radikin”

Mûşiyê bi navê Muhammed Alî Ozer di debrarê mijarê de destnîşan kir divê li dijî ev cûr bernameyên ku tê de nirxên Îslamî tên piştguhkirin  û nirxên malbatî tê de tên îstîsmarkirin re mucadele bê kirin. Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu eleqeya van ne bi Îslamê, ne bi kevneşopiya herema ku em lê dijîn re tuneye. Ev cûr bernameyên ku tu eleqeya wan bi kevneşopî, dîroka me re tunene û zirarê didin malbatê û hûrmet û edebê ji holê radikin di televîzyonan de tên weşandin. Divê em wek civatê li dijî vê rabin piyan. Lewra zirarê dide malbatê. Em dixwazin bila  RTUK demildest wezîfeya xwe bi cî bîne.”

“Ji ber ku ev tişt tiştên bêexlaqiyê ne kêfa me ji wan re nayê”

Vehbî Aktaşê ku xwest bila demildest ev bername bên rakirin jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li dijî van tiştan in. Çi wext bernameyeke wisa derkeve zêc û zarok lê dinêrin. Em ji van hez nakin, ne li gor Îslamê ne.  Di bernameyan de bi şikleke nebaş derdikevin ku ev yek tesîra xwe li ser hemî kesî dihêle. Em teleb dikin bila hemî bernameyên wisa bên rakirin. Temamê cîranên min jî li dijî vê yekê ne. Ji ber ku ev tişt tiştên bêexlaqiyê ne kêfa me ji wan re nayê.”

“Karê bêexlaqiyê ye, civat wan naxwaze”

Kesê bi navê Mehmet Demîr jî destîşan kir ev bername ne li gor nirxên civakê ne û dibin sedema bêexlaqiyê. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li dijî vê yekê ne. Ev çi hal e? Bernameyên zewacê derxistine û dema seat dibe 14.00an herkes li wan temaşe dikin. Pêlekê gotin em ê bigrin, lê negirtin Ev karê bêexlaqiyê  ye. Em wek xelkê Mûşê van bernameyan naxwazin.”

Fahrî Coşkun jî di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku pîrek li van bernameyan dinêrin bertekên çewt nîşan didin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bername pir zêde nebaş in, divê neyên temaşakirin. Dema ku pîrek li van bernameyan dinêrin bertekên çewt nîşan didin. Pêwîst e demildest ev bername bên girtin. Însanê me wek dîn Îslamê bijart û Misliman e.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe