Platforma akademîsyenan ya Tirkiyê, li Stenbolê ji bo 2 rojan komcivînek li dar xist. Di panelên komcivînê de, tehsîl û perwerdehiya têkel hat niqaşkirin. Di panelan de hinek qirar hatin dayîn ku, di nav wan de teklîfa rabûna perwerdehiya têkel jî heye.
Komcivîna akademîsyena, li zanîngeha Uskudarê hat lidarxistin. Gelek akademîsyen, nivîskar, perwerdekar, temsîlkarên sendîka û saziyên civakî yên sivîl hatin ba hev. Beşdar li ser teklîfên pirsgirêk û mesele û çareseriyên tehsîl û perwerdehiyê peyivîn.
Hat gotin ku, hejmara qîzên xwendekar hindik e. Eger perwerdehiya têkel bê rakirin, dibe ku vê hejmarê zêde bibe. Divê li her bajêr lîseyeke ji bo qîzan hebe. Divê qetî mesela tehsîla têkel li gor qanûn û rêziknameyê bê çareserkirin. Her wiha hat diyar kirin ku, perwerdehiya netêkel, perwerdehiyeke demokratîk e.
Hat zanîn ku, sendîkaya Eğîtîm Bîr Senê vê meselê ji xwe re kiriye amanca serek. Di encama nirxandinê de hat îfadekirin ku, divê sazî û komelên sivîl, cemaet û cemiyet, di vê meselê de rîsk bigrin û mesûliyeta xwe bînin cî. Divê welî karibin mudaxela îdara mekteban bikin. Dîsa hat beyankirin ku, perwerdehiya têkel serkeftina akademik ya xwendekaran nexasim yên balix dadixe. Di komcivînê de wiha hat gotin “Perwerdehiya têkel ya ku qîz û xort di nav hev de tehsîlê dibînin, ne li gorî mehremiyet û diyanetê ye. Tedbîrên pansûman yên herêmî ne çare ne.”
Bangaheq