Ji lîderên Hamasê Îsmaîl Henîyye, bi armanca Îsraîla rejîma terorê ji ber sûcên xwe yên li Filistînê rast kirine, li Mehkema Cezayê ya Navneteweyî bê mehkemekirin, gazî Mehmûd Ebbas kir ku Peymana Romayê îmze bike.
Henîyye beyan kir ku Hamasê belge îmze kiriye, ev îmze heqê hemî qurbanên herbê ye, di îmzekirinê de xemsarî bê kirin, neparastina heqên van kesa ye û li ber îmaj û mucadela xelkê Filistînê xerabî ye.
Alîkarê serokwezîrê hikûmeta lihevkirinê û wezîrê ekonomîyê Muhemmed Mustefa jî beyan kir ku ji bo ji nû de avakirina Ğezzeyê, ew ê konferansekê rast bikin, ji bo konferansê jî 80 welat dawet kirine. Mustefa hêvî kir ku ji bo malzeyên înşaetê bi rihetê têkevin Ğezzeyê, hewlên siyasî bên kirin.
Wezîrê ekonomîyê beyan kir ku piştî agirbestê, gelek filistînî vegeriyane malên xwe, lê zêdetirî 100 hezar kes bê mal mane.
Li aliyê din hat gotin ku ciwanek û diya wî yên filistînî yên li Tirkiyê tedawî dibûn, di vegerê de hatine binçavkirin. Hat gotin ku hêzên siyonîst dayik berdane, lê ciwan hê di bin çavan de ye. Merkeza Heqên Însanan a Filistînê da zanîn ku ciwan di êrîşên li ser Ğezzeyê de, ji zikê xwe giran birîndar bûbû û ji ber tunebûna îmkanan şandine Tirkiyê.