“Bila ji dêla derhanîna goşt veajaldarî bê teşwîqkirin”

Goştfiroş,ji teref Saziya Şîr û Goşt ve li tevahiya Tirkiyêdi 2 marketênbi zincîr de firotina goştê erzan re bertek nîşan dan û destnîşan kirin bi ya wan derhanîna goşt ne dirist e û bila ji dêla derhanîna goşt veajaldarî bê teşwîqkirin.

Dest bi firotina  goştê erzan a ku ji teref Wezareta Ajaldarî, Çandinî û Xurekê ve ji derveyî welêt tê derhanîn hat kirin.

Goştfiroşên Entabî ji vê sepanê re bertek nîşan dan  û destnîşan kriin li wan marketên ku ji teref Saziya Şîr û Goşt çawa ku dest bi firotina goşt hat kirin  karên wan hema hema ketiye nîvî. Ji ber vê yekê goştfiroşan destnîşan kirin ku ew li dijî  derhanîna goşt in û bila ji dêla derhanîna goşt ve  ajaldarî bê teşwîqkirin.

Settat Taboyê ku ev 60 sal e karê goştfiroşiyê dike derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û wiha got: “ Ew biçin sala 1980ên ku wê rojê lê heywanên zindî dihatin derhanîn û hinardeyê. Ji wê rojê vir ve li vî memleketî nexasim li ser heywanên zindî bi milyonan heywan hatin hinardekirin.  Li van çiyan û çêrgehan mih neman. Di ser vê de teror lê zêde bû û can û malên însanan çû êdî heywanan xwedî nekirin. Dema ku xwedîkirina heywanan çênebû ajaldarî kêm bû û piştî demekê hat ber asta xelasbûnê. Em welatekî ku hinarde kiribûn bûn, lê mixabin  em bûn welatekî ku goşt derhenan dike.

Goştfiroşên din ên Entabî jî derd û kulên xwe û her wisa bertek û nerazîbûnên xwe wisa anîn zimên:

Mustafa Tabo: Em niha mexdûrên firotina hewyanên zindî ne

Nedîm Aykiliç: Ew goştê ku tê derhanîn bidinê goştfiroşan jî

Mehmet Kalender:  Ji ber ku goştê ku tê derhanîn li hinek marketên diyarkirî tên firotin ev yek zirarê dide karê me.

ÎLKHA
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e