“Bila ji sêwiyan birayekî we çêbe”

Komeleya Sêwiyan (Yetîm-Der) a ku di derbarê sêwî û mexdûran de dixebite dê him bi silogana “Bila ji sêwiyan birayekî we çêbe” ve bernamekê li dar bixe him dê sala xwe yê 6emîn pîroz bike him jî dê di derbarê hêtîman de dest bi xebatek nû bike.

Alîkarê Serokê Giştî ya Komeleya Sêwiyan Sertaç Tekdal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hemû xêrxwazan dawetê bernameya ku dê li dar bixin kir.

Tekdal daxuyaniyê wiha domand: “Komeleya Sêwiyan a ku di derbarê hêtîm û sêwiyan de alîkariyên wek xurek, cil, tendirustî, perwerdehî dike û her wiha hewl dide ku her cûr alîkariyên madî û manewî yên sêwî û hêtîman jî pêk bîne dê bernamekê li dar bixe. Her wiha ev komele dê him  sala xwe yê 6emîn pîroz bike him jî dê di derbarê hêtîman de dest bi xebatek nû bike.”

 Tekdal diyar kir ku li her derê cîhanê ceng û ketlîam çêdibin û her wiha di encama vê yekê de jî gelek zarok sêwî û hêtîm dimînin. Dûvre Tekdal axavtina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê di hemberê hêtîm û sêwiyan de ji bo ku em berpirsyariya xwe pêk bînin û her wiha ji bo ku em hedefên xwe yên sala 2016an diyar bikin em  dê vê bernamê li dar bixin.”

Tekdal axavtina xwe wiha domand: “Em dê  10ê çileya paşînê roja yekşemê di saet 12.30an de li Salona Daweta Kardelenê  ya Kaplan Cîtyê bi navê “Bila ji sêwiyan birayekî we çêbe” bernamekê li dar bixin. Hemû birayê me yên sêwîhez dawetê vê bernamê ne.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar