Li Stenbolê ji teref Vaqfa Sîyerê ve pêşbaziya filîma kurt a yekemîn a ku ji Hz Muhammed (as) hatiye diyarîkirin hat lidarxistin. Di pêşbaziya bi navê 3 yemîn Pêşbaziya Filîma Kurt a Navneteweyî ya Ji Aleman re Rehmet de hat lidarxistin de damezrênerê Vaqfa Sîyerê M. Emîn Yildirim axivî.
M. Emîn Yildirim destnîşan kir çawa ku demsalên îklîman hene bi heman şiklê demsalên gotin û emelan jî hene.
“Em dixwazin ku navê mezin a Resûlê Xweda ruh bide sînemayê jî”
Yildirim wiha destnîşan kir: “Ev Umeta mezlûm ev 250 sal e ku gelek tiştan tîne ziman. Lê mixabin peyamên ku Îslam dide rastî jî baş nayê nîşandan. Divê ku êdî hinek kes hinek xwaşikayiyên gor şan û şerefa Îslama ezîz derêxe holê. Divê ku ev kar di qadên wekê helbest, edebiyat û sînemayê de bibe. Lewra bes Îslam xelasiya mirovahiyê ye. Heke Misliman vê peyama hanê ya Îslamê ji mirovahiyê re pêşewaz neke dê em di şûna xelasiyê de ber bi felaketê ve biçin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku navê mezin a Resûlê Xweda ruh bide sînemayê jî. Ciyên ku navê Wî tê zikirkirin bereket heye.”
Yildirim diyar kir ku sînema beşekî bi zehmet e. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Di vê qada hanê ya bi risk de ji bo ku li ser navê Îslamê hinek tişt werin kirin û heke ji bo Umetê dînekî lazim e, heke dê navê Resûlê Xwda herêm û herêm belav bibe û dê ev kar bi dîntiyê çêbibe em talibê wê dîntiyê ne.”
Yildirim diyar kir wek Misliman divê ku mirov karê ku tê kirin heqê wê bide. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em di qadekî de biaxivin divê ku em hekê karê ku dikin bidin. Xweda me ji kesên ku heqê karê dike dide bike.”
Dûvre Muhammed Emîn Yildirim diyariya derhenêrê Kirgizî Kasîet Djholdoshbekovayê ku di pêşbaziyê de bibû yekemîn da teqdîmê wî kir. (ÎLKHA)