Wezîrê parastina mîllî Îsmet Yilmaz, di heyeta giştî ya meclîsê de cewaba pirsên devkî yên parlementeran da.
Îsmet Yilmaz da zanîn ku, di navbera 2002 û 2012an de, di hadîseyan de 724 esker, 94 polîs, 96ê wan cerdevan 914 wezîfedar û 449 welatî hatine kuştin.
Li ser hinek pirsên din Yilmaz wiha got “Di 10 salên dawîn de, ji ber nexweşî, nelihevkirina nav malbatê, zehmetiya debarê, têkiliyên nebaş û neserkeftina di tehsîlê de, di encama buhranên rûhî de 26 hezar û 745 kes xwe întîhar kirine.”
Li ser têkiliyên bi rejîma Îsraîlê re jî wiha got “Heta Îsraîl sûcên xwe qebûl neke, ji ber wan sûcan uzrê nexwaze, tezmînatê nede, bila hêviya başbûna têkiliyan neyê kirin. Heta Îsraîl ambargoya li Ğezzeyê bidawî neke, ne mimkun e ku di platforma navnetewî de ji tenêbûniyê xelas bibe.”