Bîlançoya ‘Emerîka a Li Afğanîstan Giha Du Hezarî

Li gor hat beyan kirin hejmara kuştiyên ‘eskerên ‘Emerîka li Afğanîstanê giha du hezar ‘eskerî.

Li gor hat beyan kirin hejmara kuştiyên ‘eskerên ‘Emerîka li Afğanîstanê giha du hezar ‘eskerî.

Di hadîseya dawî ku li eyaleta Wardak di noqteyeke kontrolê de çêbû de leşkerekî ‘Emerîka û çar kes mirin.

Li gor tê zanîn hêzên bi pêşîvaniya ‘Emerîka di sala 2001î de Afğanîstan îşğal kiribûn. Ev beyanata ku hejmara kuştiyên ‘Emerîka gihîştiye du hezarî dîsa ji teref rayedarên ‘Emerîkî ve hat kirin. Li ya rast ku mucahîdên Afğanîstan dibêjin ‘eskerên ku mucahîdan ji ‘Emerîka kuştine gelek ji van jimaran zêdetirin. Lê belê ‘Emerîka cesedên ‘eskerên xwe yên bê xwedî diveşê re û î’lan nake.

‘Emerîka, li ‘Iraqê jî berî niha çar hezar û pêncsed ‘eskerên xwe winda kiribû. Mucahîdên li ‘Iraqê gelek zayî’at dabûn ‘emerîka û ‘Emerîka bi reva rev ji ‘Iraqê derketibû.

Li gor xebata Enstîtuya Brookîngs yên ku hatine kuştin ji sedî çil bi bombeyên destan hatine çêkirin hatine kuştin, ji sedî sîh jî bi êrîşên çekdarî hatine kuştin.

‘Eskerên ‘Emerîka yên ku li Afğanîstanê birîndar ketine jî gelek zêdene. Hejamara birîndarên ‘Emerîka 17 Hezar û pênc sed e. Li gor çavkaniyan hejmara kuştiyên îngîlîzan jî 433î ye.

Ji ğeynî vana jî hê gelek ‘eskerên nato yên ji dewletên din jî hatine kuştin. Êrîşên mucahîda ji ber vê yekê gelek ‘Emerîka naçar dike. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin