Li Emrîka di êrîşa li qûleyên cêwî de, nêzî 3 hezar kes hatin kuştin. Di nav wan de Yehûdî tune bûn. Ji xwe gelek kes qebûl dike ku tiliya Emrîka di êrîşê de hebuye. Emrîka vê êrîşê, kire hincet û behane, Efğan û İraq îşgal kir. Bi navê dijminantiya terorê, bi teyaran li Pakîstanê, li Yemenê, li Kenya û Somalî, bi sedan êrîş rast kir û hê jî dike. Ji ber van îşgal û qetlîaman, birîndar û kuştiyên li van welatên muslumanan, zêdetirî 3 mîlyona ye. Yanî hezar qatê hejmara kuştinê qûleyên cêwî ne. Eşkere ye ku Emrîka bi xwînrijandinê ava buye û bi xwînrijandinê li ser piya dimîne mîna siyonîst Îsraîlê zelîl.
Teyarên Emrîka yên bê însan û bê însaf, dîsa li Wezîrîstana Pakîstanê qetlîamek din rast kir. Di êrîşê de zêdetirî 21 kes hatin qetil kirin. Emrîka dîsa teror kir behane û êrîşî malekê kir. Di qetlîamê de gelek kes jî birîndar bûn. Ji ber êrîşê, millet ji tirsa newêrin têkevin malê xwe.
Wekî tê zanîn hikûmeta Pakîstanê, çend roj berê, riya îkmala hezên NATOyê yên li Efğanîstanê vekiribû.
Li aliyê din, eşkere bu ku eskerên Emrîka çiqas ji kuştinê hez dikin. Xeberan dan zanîn ku eskerên Emrîka li Efğanîstanê, sivîlan bi musîka Madonna, bi helîkopterên Apaçî kuştine. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)