Bîlançoya Êrîşên Qirêj

Îsal çete û şebekeyên PKK-KCK-BDPê, êrîşên qirêj rast kirin. Êrîşên qirêj bi piranî li kes û saziyên sivîl û dîndar hatin kirin. Dewletê tenê seyr û temaşe kir. Di van êrîşan de tu fail nehatin girtin. Xelkê dîndar li ber xemsariya dewletê tepkî nîşan dan

Îsal hinek êrîşên qirêj yên şebekeyên PKK-KCK-BDPê ev in:
 
20ê Sibatê: Aligîrên PKK-BDPê li Mêrsînê, bi bombên destî êrîşî kargeha kesekî dîndar kir. Berî niha jî kargeha wî marûzî êrîşa wan bûbû.
 
10ê Nîsanê: Provokatorên PKK-BDPê li Diyarbekirê bi bombên deng êrîşî komela Yûsûfî-Derê kir. Dîsa grûbeke PKKê li zanîngeha Dîcleyê, êrîşî hinek xwendekarên dîndar yên ku afîşên wîladeta pîroz dialiqandin kirin. Di êrîşa zanîngehê de du xwendekarên dîndar giran brîndar bûn.
 
15ê Tebaxê: Çeteyê PKKê, li Cizîrê bombe avêtin 3 malên kesên dîndar. Di xanîyan de xisara maddî qewimî. Tiştek bi kesî nehat.
 
17ê Tebaxê: Grûbeke PKKê li Silopî êrîşî marketeke ku nû vebûbû kir.
 
23ê Tebaxê: Li Farqînê grûbeke ku bêdestûr protesto rast dikirin, li ser cadda Diyarbekirê, bînaya teşkîlata Huda Parê dan ber keviran.
 
30ê Tebaxê: Ji gundekî Geverê Bengîn Özbekê dîndar, ji aliyê PKKê ve hat revandin û dûre hat berdan.
 
19ê Îlonê: Li Cizîrê şebeka PKKê bombên desta avêtin wesayîta kesekî dîndar. Tiştek bi kesî nehat. Wesayît xisar dît.
 
19ê Îlonê: Li Silopî grûbeke rûpoşandî, bi molotof û bombên desta êrîşî teşkîlata Huda Parê ya navçeyê kir. 
 
26ê Îlonê: Şebeka PKKê li Diyarbekirê bi şev bombe avêtin komela Sehabe-Derê.
 
10ê Çiriya Pêşînê: Li Cizîrê aligîrên PKKê beriya îda qurbanê, agir bi 32 dezgehên pazargehê xistin. Hemî dezgeh yekser şewitîn.
 
15ê Çiriya Pêşînê: Li Mêrsînê qederê 50-60 aligîrên PKK-BDPê, bi kevir û satoran êrîşî mensûbên Cemiyeta Mustezafan yên ku bi destûr goşt û eyarên qurbanê ber hev dikirin kirin. 7 kes birîndar bûn.
 
16ê Çiriya Pêşînê: Şebeka PKKê li Diyarbekirê bombe avêtin komela Yûsûfî-Derê. Xelkê li ber êrîşê tepkî nîşan da.
 
20ê Çiriya Pêşînê: Şebeka PKKê li Stenbolê molotof avêtin kargeha esnafekî dîndar.
 
23ê Çiriya Pêşînê: Nêzî 50-60 kesên rûpoşandî yên çeta PKKê, li Cizîrê li mehela Nûrê, bi sîlehan êrîşî malên kesên dîndar kirin. Li ser tepkiya mehelê reviyan. Di hadîseyê de du kesên dîndar birîndar bûn. (Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar