Bîlançoya Rojnamevanên Kuştî

Bîlançoya Rojnamevanên Kuştî

Enstîtuya Medyaya navnetewî ya ku, merkeza wê li Viyana ye beyan kir ku, di sala 2012an de, 132 qezetevan li ser wezîfê hatine kuştin. Hat îfade kirin ku li gor îstatîstîkan, kuştina herî zêde ya rojnamevanan, di sala 2012an de qewimiye.

Di kuştina qezetevanan de Sûriye bi 31 qezetevan û 8 elemanê xeberan, di serî de ye. Bi 16 qezetevanan Somalî li pey wê tê. Hat diyar kirin ku pey wan re, ji bo qezetevanan welatên herî talûke, Pakîstan, Kolombiya, Hondûras, Fîlîpîn, Brezîlya û Meksîka ne.

Li gor beyana Enstîtuya han, di sala 2009an de jî, li seranserê cîhanê bi temamî 110 qezetevan hatine kuştin.

Li aliyê din balkêş e ku enstîtuya han, Fîlîstîna di bin îşgala siyonîst Îsraîl de, nexistiya lîsteya welatên ku, ji bo rojnamevanan talûke û xeter in.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin