Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê ji Myanmarê re bertekeke tund nîşan da

Hikûmeta Heremî ya Kurdistana Iraqêji ber qetlîamên ku li Mislimanên Arakanî tên kirin Myanmarê bi şikleke tund şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji serokwezîrtiyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin li gor daneyên NYê, di nava heftiyekê de nêzî hezar Mislimanan bi qetlîamê re rûbirû mane, bi dehan gund hatine şewitandin û 125 hezar  Mislimanên Arakanî mecbûr mane war û welatên xwe terk bikin û koçî Bangledeşê bibin. Di berdewama daxuyaniyê de ji ber van sepanên ku tên tetbîqkirin ji hikûmeta Myanmarê re bertek hat nîşandan û hikûmeta Myanmarê bi şikleke tund hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  em wan qetlîamên ku li Mislimanên siwîl ên Arakanî tên kirin bi şikleke tund şermezar dikin û dû re wiha hat gotin: “ Em li ser navê xelkê Kurdistanê yê ku bi qetlîam, jenosîd û êrîşên DEAŞa ku rêxistina terorê re rûbirû maye, êş û elemên  Mislimanên Arakanî di dilê xwe de hîs dikin û em bi derd û kûlên wan xemgîn û kovandar dibin. Em destek û piştgiriyên xwe ji birayên xwe yên Misliman re pêşkêş û teqdîm dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin divê rê li ber wan qetlîamên ku li hember Mislimanên Arakanî tên kirin bê girtin, divê ew qetlîamên ku li hember siwîlan tên kirin bên sekinandin û kesên sûcdar bên bên cezakirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Avrupa Yetim Eli Helebçe de werdê iftari da
Ji bo tendurustiya zarokan di sunetê de gavên rast şert in
Ji ber baran, berf û aşîtê Meteorolojîyê hişyarîyek da
Rûsya ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hişyariyê dide
Rêxistina Ewrûpa Yetîm Elî li Helebçeyê bernameya fitarê li dar xist