Birêveberîya Kurdistana Iraqê derîyên sînorê dê dewrî Baxdayê bike

Birêveberîya Kurdistana Iraqê bi daxuyanîya ku belav kir ragihand ew ê derîyên sînoran ên bi Tirkîye û Îranê re dê teslîmî birêveberîya navendî bikin.

Debarê mijarê de daxuyanî ji teref  Îhsan eş-Şammarîyê şewirmendê Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî hat dayîn.

Şammarî di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir : “Ji ber ku Birêveberîya Kurdistana Iraqê dixwaze dawî li qeyranê bîne û makeqanûnê wek hakem qebûl kir qerar hat dayîn bo dewirkirina derîyên sînoran û teslîmkirina birêveberîya balafirgehan komîteyeke bilind bê damezrandin. Referamdûm di mazîyê de ma.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin