3 jin û zarokek ên ku li Ğezzeyê, di êrîşên Îsraîla rejîma terorê de birîndar bûbûn, bi teyarên abûlans ên wezareta tendûristîyê anîn Tirkîyê.
Birîndar ji bo tedawîyê ji firogeha Ben Guroînê ya li Tel Avîvê anîn Enqerê. Li frogeha Esenboğayê birîndarên Ğezzeyî, ji teref wezîrê tendûristîyê Mehmet Muezzînoğlû, wezîrê karên derve Ahmet Dawûtoğlû û gelek wezîfedaran ve hatin pêşwazîkirin.
Wezîr Muezzînoğlû û Davûtoğlû û xanima wî Sarê Davûtoğlû, di ambûlansê de bi birîndaran re qasekê xeber dan.
Dûre birîndar ji firogehê bi ambûlansan birin nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê ya Ataturkê û nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya Dişkapiyê.
Li aliyê din hat gotin ku wê Hêva Sor li Îsraîlê wezîfêdar be da ku kesên birîndar di wi re derbasî nexweşxaneyan bike.
Alîkarê midûrê gîştî yê Hêva Sor Mîntez Şîmşek dîyar kir ku bi wasîteya delegasyonên wan ên daîmî yên li wir, wê birîndaran ji nexweşxaneyan teslîm bigrin.
Şîmşek îfade kir ku wê birîndaran di deriyê sînor yê Erezê yê di navbera Îsraîla û Ğezzeyê de re, neqil bikin û weha got:
“Em ê bi hevkariya bi rêxistina alîkarîya însanî ya Îsraîlê re, birîndaran bibin firogeha Ben Groînê ya Tel Avîvê û teslîmî teyarên ambûlans ên wezaretê bikin.”
Çınarın Sesi