Biryara Îtalya û Kanadayê ya li ser qedexekirina hîcabê

Li Îtalyayê rêziknameya perwerdehiyê ya ku li dibistanan burqa û rûpêçê qedexe dike di parlamentoyê de derbas bû.

Li Îtalyayê li dibistanan qedexeya rûpêçê û kotaya xwendekarên biyanî

Rêziknameya perwerdehiyê ya ku ji aliyê hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni ve hatiye amadekirin, piştî Senatoyê li Meclîsa Nûneran jî bi 142 dengên erê li hemberî 112 dengên na hate qebûlkirin. Bi rêziknameya nû re li dibistanan bikaranîna burqa û rûpêça ku rû bi temamî digire hate qedexekirin; hate ragihandin ku kesên vê qedexeyê îxlal bikin ew ê ji 200 heta hezar euroyî cezayê pereyan bidin (ji bo xwendekarên di bin 18 saliyê de dê ceza li dêûbavan bê birîn). Herwiha ji sala xwendinê ya 2027-2028an pê ve di polên destpêkê de ji bo xwendekarên biyanî yên ku bi têra xwe Îtalî nizanin sînorê kotaya ji sedî 30 hate danîn û ji bo dêûbavên biyanî yên ku beşdarî perwerdehiya ziman nabin jî cezayê pereyan hate pêşbînîkirin. Parlamenterên mixalefetê li Meclîsê bi pankartan rêzikname protesto kirin.

Li Kanadayê erêkirina dadgehê ji bo qedexeya hîcabê li ser karmendên giştî

Dadgeha Bilind a Kanadayê îtîrazên makezagonî yên li dijî yasaya laîktiyê ya bi navê "Bill 21" ku eyaleta Quebecê di sala 2019an de qebûl kiribû, bi encam kir. Dadgehê bikaranîna "benda îstîsnayê" ya makezagonê ji aliyê rêveberiya eyaletê ve derbasdar dît û rêziknameya ku li karmendên giştî yên wekî mamoste, polês û parêzerên hikûmetê di dema kar de hilgirtina sembolên dînî yên xuya yên wekî hîcab, kîpa û xaçê qedexe dike, di meriyetê de hişt. Di biryarê de tenê ew benda ku rê li ber parlamenterên hilbijartî yên rûgirtî digirt ku beşdarî xebatên Meclîsê bibin, li dijî makezagonê hate dîtin û hate betalkirin. Rêxistinên Misilman û azadiyên sivîl bi hinceta ku biryar azadiya olî sînordar dike nerazîbûn nîşan dan; Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney jî ragihand ku ew ê encamên biryarê binirxînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Panc kesî birîndar bîyî
Projeya kana madenê ya li gundê Husîka yê Çinarê hat betalkirin
PDK û YNK ji bo meseleya Bexda û Hewlêrê civîyan
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.790 kesan
Li Dîyarbekirê rojên dawî yên demsalê