Projeya kana madenê ya li gundê Husîka yê Çinarê hat betalkirin

Projeya kana madenê ya li gundê Husîka yê Çinarê hat betalkirin

Projeya kana madenê ya ku dihat plankirin li Mezreya Hîçanê ya li gundê Husîkayê yê girêdayî navçeya me ya Çinarê were çêkirin, ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hat betalkirin.

Projeya kana madenê ya ku dihat plankirin li Mezreya Hîçanê ya gundê Husîkayê yê girêdayî navçeya me ya Çinarê were çêkirin û Parlamenterê HÜDA PARê Faruk Dinç ew anîbû rojevê, ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hat betalkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Bajarî ya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Biryara 'Pêwîstî bi ÇEDê Tune ye (ÇED Erênî)' ya projeya 'Kana Pomzayê ya Koma IV-A' ku dihat plankirin li qada bi hejmara ruxsetê 201900216 (ER:3338115) a li Taxa Çömçelî ya navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ji aliyê Oyak Çimento Fabrikaları A.Ş. ve were çêkirin, derbasdariya xwe winda kiriye."

Derbarê mijarê de Parlamenterê HÜDA PARê Faruk Dinç serdana şêniyên gund kiribû û mijar li meclîsê anîbû ziman.

img-20260604-wa0007.jpg

img-20260604-wa0008.jpg

img-20260604-wa0009.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.