Bobelatên Li Welatan

Tanker Teqiya, Şepe Ket, Lehî Rabû. Zêdetirî 115 Kes Mirin

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li başûrê rojhilata Nîjeryayê, tankerek petrolê qelibî. Girseyek însan xwestin petrola tankerê ji xwe re hilînin. Gava ku li ser tankerê kom bûn, agir bi tankerê ket. Zêdetirî 100 kes, fecî can dan. Gelek jî birîndar bûn.

Li Fransa li merkezeka kaşûna çiyayê Alpê, şepe ket xwarê. Şepe ji çiyayê 4400 metre bilind ve hat xwarê. Di hadîseyê de 9 kes mirin, 4 kes jî winda ne. Hat gotin ku gelekê kesên mirî, tûrîst in.

Li başûra Japonyayê, li bajarên Kumamoto û Oîta jî, ji ber şiliya pir lehî rabû. Lehî mal xerakir û wan da ber xwe. Hat îfade kirin ku di hadîseyên lehiyê de, 6 kes mirine û 18 heb jî winda ne.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin