Bombebarandin Berdewam E

Li Sûriyê hêzên rejîmê êrîş û bombebarandinên xwe didomînin

Li Sûriyê hêzên rejîmê êrîş û bombebarandinên xwe didomînin. Di êrîş û operasyonên dawîn de, 72 kes hatin qetilkirin. Êrîş bi sîlehên giran pêk tên. Ji kesên kuştî 12 heb zarok in, 7 heb jî jin in.

 
   Di êrîş û operasyonan de, li Hûmûsê 26, li Heleb û Şamê 26, li Hasekê 6, li Dera û Îdlîbê 10, li Hamayê 3, li Deyrez Zorê jî kesek hat kuştin. Hat gotin ku mixalîfan li herêma Zemelqaya Şamê, êrîşên eskerên Esed kirine û gelek kuştine.
 
   Her wiha gund û beldeyên Dûma, Berze, Haresta, Dareyya, Yermûk, Nebk û Kalemûn marûzî êrîş û bombebarandinên hêzên rejîmê dibin. Hat gotin ku ji ber topên hawanê li navenda bajêr ketiye, gelek kes birîndar bûne.Hêzên rejîmê gelek herêm yên di bin kontrola mixalîfan de, dide ber bombebarandinan. 
 
BANGAHEQ
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin