Bozdag: Qerara Trump di hikmê tunebûnê de ye

Alîkarê Serokwezîr Bozdag derbarê qerara Qudsê ya Trump de diyar kir “Ev qerara ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûlkirinû di hikmê tunebûnê de ye.”

Bekîr Bozdagê Alîkarê Serokwezîr derbarê qerara veguhastina seferata Amerîka ji Telavîvê bl Qudsê û Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê de daxuyanî da. Bozdag di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir “Ev qerara ku ji teref Amerîka ve hatîye dayîn ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûlkirin  û di hikmê tunebûnê de ye. Ev qerar ne qerara aştîyê ye; berawajî qerara li herêmê derxistina qeyran, kaos û pevçûnan e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin