Bûyerên ku piştî hilbijartinên 7ê hezîranê yên giştî dest pê kirin zirareke mezin da giştî herêmê, bi taybetî jî zirarê da Heskîfê. Dikandarên Heskîfî destnîşankirin ku ji ber van bûyer û geşedanîyên herî dawî yên ku li herêmê qewimîn, bûn sebeb ku êdî turîst neyên van deran.
Ji dikandarên Heskîfî Ahmet Kaya di derbarê rewşa aborî ya Heskîfê de dîtin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ji giştê Tirkîyê turîst dihatin vê derê. Lê belê ji ber van bûyerên herî dawî edî çûyîn û hatin nema. Hemû şîrketên turîzmê hatina xwe dan betalkirin.
Dikandarekî din ê Heskifî jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di navbera du eydan de kare me gelekî baş bû. Lê belê niha turîst ji ber sedema ewlehîyê êdî nema tên vê derê . Ev jî zirarê dide me dikandaran.Karê me berî niha baş bû. Lê vêga gelekî ketîye. Roj tê em heqê rê û nanê xwe dernaxin. Xelkê herêmê êdî hizûrê dixwaze. Ji ber vê yekê xelkê herêmê dixwaze ku berî kêlîkê ev bûyer bi dawî bibin.” (ÎLKHA)