Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e

DİYARBEKİR - Ji teref Serokatiya Şaxê Ciwanan a Diyarbekirê ya HUDA PARê ve ji ber minasebeta salvegera şehadeta Şehîd Yasîn û hevalên wî daxuyaniyek hat dayîn.

Ji teref Serokatiya Şaxê Ciwanan a Diyarbekirê ya HUDA PARê ve di derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê de daxuyaniyek hat dayîn.Metna daxuyaniyê ji teref Serokê Şaxê Ciwanan ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Yasîn Dursun ve hat xwendin.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e û Şehîd Yasîn û  hevalên wî hisabên hêzên şer xera kirina.

Dursun di daxuyaniya ku xwend de wiha destnîşan kir: “Ev guruhê ku tu pîroziyên wê nîne, di Îda Qurbanê de Yasîn Boru, Huseyin Dakak, Hasan Gokgoz, Cumalî Guneş, Turan Yavaş û Rîyad Guneşê ku ji feqîran re goştê qurbanan belav dikirin qetil kirin.”

“Şehîd Yasîn û hevalên wî hisabên hêzên şer xira kirin”

Dursun di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir di dema bûyerên 6-8ê Cotmehê de polêsan digel temamê telebên alîkariyê mudaxeleyî bûyeran nekirin û dû re wiha ragihand: “Ew pêvajoya darazê ya ku bi dosyaya 6-8ê Cotmehê  re eleqedar e pirsa ‘Gelo zihnîyeta FETO berdewam dike?’ tîne bîran. Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e.Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku bi xwîna xwe dastan nivîsandin, hisaba hêzên şer xira kirin.Ew lîstikên ku li heremê hatine lîstin bi bûyerên 6-8ê Cotmehê derketin holê.”

Ji bo temamê daxuyaniyê bitikenin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye